Çile 24, 2022 22:59 Asia/Tehran
  • Serkeftina tîma neteweyî ya hendbola Îranê li hember tîma Kuweytê li pêşbirkên şampiyoniya hentbola Asyayê

Tîma neteweyî ya hentbolê ya Îranê bi serkeftineke giranbiha li hember Kuweytê karî berbi pêşbirkên şampiyoniya cîhanê ve biçe.

Li gorî rapora IRNA`yê, tîma neteweyî ya hendbolê ya Îranê îro (Duşem) li duwemîn pêşbirka xwe ya gere sereke ya pêşbirkên qaremaniya Asyayê li hemberî Kuweytê lîst û di dawiyê de ev lîstik bi encama 27-26`an ser berjewendiya Îranê bi dawî hat û Îran ji bo cara duyemîn karî ku derbasî pêşbirkeyên cîhanî bibe.

Di nîveka yekem a lîstikê de, şagirdên “Manuel Montaya Fernandes” karîn şûtên baş bişînin ser derwazeya hevrikê xwe, lê golparêzê Kuweytê bi şarezatiya xwe rê neda Îranê ku zêdetir golên xwe biavêje û nîveka yekem wekhev 11-11 bi dawî hat.

Tîma neteweyî ya hendbolê ya Îranê li pêşbirka xwe ya dawî ya dewra sereke ya vê turnuvayê, divê roja çarşemiyê vê hefteyê bi Behreynê re were hemberî hev.

Tîma Îranê tenê di sala 2015an de beşdarî pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bûye.

Serepeyv