Çile 24, 2022 22:43 Asia/Tehran
  • Werzişkarekî Îranî bo cara yekê bû şampiyonê pêşbirkeyên cîhanî yên snookerê

“Husên Wefayî” endamê tîma neteweyî ya snookerê ya Îranê bû şampiyonê Tûrnûvaya Profesyonel a 2022 (Shoot out) li Brîtanyayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê pêşbirkê ku ji 20 heya 23`ê Çileyê li Brîtaniyayê birêve çû, Wefayî bi şeketina li hemberî Mark Williams bû şampiyonê vê pêşbirkê û bi 123 pûanan di pêşbirka yekem de pileya herî bilind bi dest xist û xelata wê qezenc kir.

Bi serketina Wefayî di vê pêşbirkê de, yekem kûpa werzişkarên Îranê li pêşbirka pisporî ya snookerê ya cîhanê bi dest xist.

Endamê tîma neteweyî ya snookerê ya Îranê bi rêzbenda 42emîn a cîhanê di yekem hevdîtina xwe de ligel Peter Dolîn ku li rêza 58emîn a cîhanê bû, bi encama yek-sifirê bi ser ket.

Paşê Alan Taylor, Michael Giorgio, Daniel Womersley û Liang Wembo têk birin û di fînalê de bi lîstikek bilind, Mark Williams navdar têk bir û bû şampiyon.

Wefayî bi vê şampiyoniyê xelata 55,000 pondî wergirt.

Serepeyv