Çile 21, 2022 19:15 Asia/Tehran
  • Li Şampiyoniya Hendbolê ya Asyayê; Îran bi serkeftina li hember Erebistana Siûdî derket qonaxa din

Tîma neteweyî ya hentbola Komara Îslamî ya Îranê li pêşbirka dawîn a qonaxa koma pêşbirkên qaremaniya Asyayê li hemberî Erebistanê bi ser ket.

Li gor rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, tîma neteweyî ya hendbolê ya Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemê li sêyem û girîngtirîn pêşbirka xwe ya qonaxa koma pêşbirkên qaremaniya Asyayê li hemberî Erebistana Siûdî karî bi encama 24-20 tîma vî welatî têk bibe û sernavê Koma B  bigihîje heşt tîmên herî pêş ên vê pêşbirkê.

Tîma neteweyî ya hentbola Îranê di du lîstikên xwe yên berê de, bi şkandina tîmên Australya û Hindistanê bi ser ket.

Tîma neteweyî ya hentbolê ya Îranê di koma B ya vê pêşbirkê de tevî tîmên Ustralya, Erebistan û Hindistanê bû.

Tûra duyemîn a pêşbirkê piştî rojekê bêhnvedanê wê ji roja şemiyê pê va dîsa were şopandin. Rêzbendiya tîman di tûra duyemîn de dê piştî bidawîbûna pêşbirkan ji bo hemû tîman diyar bibe.

Bîstemîn dewra pêşbirkên Şampiyoniya hentbola mêran a Asyayê bi beşdariya 16 tîman ji roja sêşemê bi mazûvaniya Erebistana Siûdî li bajarê Dimamê dest pê kir.

Di pêşbirkê de pênc tîmên herî baş û serketî dê bikarin li Kûpaya Cîhanê ya 2023an, ku dê li Polonya û Swêdê bi hev re were lidarxistin, beşdar bibin.

Serepeyv