Çile 21, 2022 12:51 Asia/Tehran
  • Werzişkarê navdar ê Duhokê Nîmet Mehmûd ji dinê çû

Werzişkarê navdar ê Duhokê Nîmet Mehmûd ku du sal bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di temenê 71 salî de çû ber dilovaniya xwe û termê wî îro li goristana Şaxkê ya Duhokê tê veşartin.

Piştî du salan ketina bi nexweşiya pencşêrê, Nîmet Mehmûd saet 04:00 îro Înê 21ê Çileya 2022an li Nexweşxana Azadî ya bajarê Duhokê çavên xwe ser vê dunayê girtin.

Hemîd Mehmûd, birayê wî werzişkarî ji Rûdawê re got: “berî ku Tîma Werzişê ya Duhokê bê damezrandin, Nîmet di Tîma Helgurd a Yekîtiya Qutabiyan de futbol dilîzt, paşê ku Tîma Werzişê ya Duhokê hat damezrandin bû endamê wê tîmê heta sala 1985an û piştre jî bû Rahênerê Tîma Werzişê ya Duhokê û heta sala 2006 rahêner û alîkarê rahêner ê tîmê bû.”

Hemîd Mehmûd herwiha got, “Nîmet paşê di televîzyonên Duhokê de wek şirovekarekî werzişê şirove ji bo hemû lîgan û kûpaya cîhanê dikir, ti deman ji werzişê têr nedibû û berdewam dixwest xizmeta werzişê bike.”

Hemîd Mehmûd tekez kir, ew dê îro termê Nîmet li Goristana Şaxkê ya Duhokê veşêrin.

Nîmet Mehmûd sala 1950an li bajarê Duhokê ji dayik bûye û lîse qedandibû.

Serepeyv