Çile 19, 2022 20:59 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê: Li Tebqayê çalakiyeke naskirina hunera jinan hat lidarxistin

Bi armanca zindîkirina çanda helbestî û kilamê ya jinan, Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê çalakiyek li dar xist.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Nûnerên komîteyan û nivîsgehên jinan ên saziyên sivîl û meclisên leşkerî û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.

Helbestvan Bûşra Mensûr, Salha Şemalî û Meryem Şerîf çend helbestên pesindayîn û niştimanî vegotin.

Dûv re hunermend Yasmîn Mihemed ji Tebqayê û Mûnetellah Atallah ji Reqayê çend stranên foklorî gotin.

Di dawiyê de Yekitiya Rewşenbîran spasya beşdaran kir ku jin anîn gel hev û kelepera herêmê dan naskirin.