Çile 19, 2022 14:24 Asia/Tehran
  • Baştirînên Fûtsala cîhanê hatin nasandin; Tîma Îranê bû çarem, Glare Nazimî bû heftem

Baştirînên Fûtsala cîhanê hatin nasandin û Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê bû çarem.

Li gorî rapora ISNAyê, Footsal Planet'ê baştirînên fûtsala cîhanê dan nasandin. Li ser vê esasê Muhemed Nazimul Şerî'e rahênerê berê yê Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê kete rêza pêncem.

Di beşa baştirîn lîstikvanan da Elî Esxer Hesenzade bû heftem.

Elîreza Semînî, kelevanê (gulparêz) Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê di beşa baştirînên kelevanan da bû heftem.

Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê kete rêza çarem a cîhanê û Gilare Nazimî ji Îranê jî di beşa baştirînên hekemên sala 2021ê da bû heftem.

 

 

Serepeyv