Çile 18, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Fûtbala cîhanê: Lewandowski wek baştirîn futbolîstê salê hat destnîşankirin

Lîstikvanê Polonî yê tîma Bayern Munîhê Robert Lewandowski Xelata Lîstikvanê Mêran ê Herî Baş a FIFAyê wergirt.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Şeva diyarkirina futbolîstên herî baş ên sala 2021an ji aliyê FIFAyê ve li navenda FIFAyê ya li bajarê Zurîhê ya Swîsreyê hat lidarxistin.

Di encama dengdana rahêner û kaptanên tîmên netewî, endamên çapemeniyê û alîgirên ku li FIFAyê tomar kirine, lîstikvanê Polonî yê Bayern Munîhê Robert Lewandowski bo Xelata Lîstikvanê Mêran ê Herî Baş ê FIFAyê hilbijartin. Bi vê yekê ev bû du sal ku Lewandowski vê xelatê li ser hev distine.

Xela futbolîsta jin a herî baş ji tîma Barcelonayê Alexia Putellas a Îspanî wergirt. Putellas bû yekemîn jin a Îspanî ku vê xelatê werdigre.

Rahênerê salê Thomas Tuchel

Thomas Tuchel rahênerê Almanî ku li ser tîma Chelseayê Kupaya Lîga Şampiyonan ya UEFAyê bi dest xist, di futbola mêran de wek rahêrê salê yê herî baş hat hilbijartin.

Di futbola jinan de jî rahênera salê ya herî baş rahênera Îngilîz Emma Hayes (Chelsea) hat hilbijartin.

Xelata golparêzê mêr yê herî baş ji tîma Chelseayê Edouard Mendy ê Senegalî û golparaza jin a herî baş Christiane Endler (Paris Saint-Germain/Olimpik Lyon) a Şîlî wergirtin.

Xelata FIFA Puskas ji bo baştirîn gola salê ji tîma Tottenham Erik Lamelayê Arjantinî bidest xist.

Cristiano Ronaldo Xelata Taybet a FIFA ya mêran wergirt. Lîstikvanê Portekîzî ji ber ku di tîmên neteweyî de herî zêde gol avêtiye bi vê xelatê ve hat xelatkirin.

Christine Sinclair Xelata Taybet a Jinan a FIFAyê wergirt. Lîstikvanê futbolê yê Kanadayî bi 188 golên ku di pêşbirkên navneteweyî de avitibû rekor şikand.

11 futbolîstên herî baş:

Mêr

Golparêz: Gianluigi Donnarumma (Milan/Paris Saint-Germain)

Berevanî: Ruben Dias (Manchester City), Leonardo Bonucci (Juventus), David Alaba (Bayern Munîh/Real Madrid)

Navend: N'Golo Kante (Chelsea), Jorginho (Chelsea), Kevin De Bruyne (Manchester City)

Êrişber: Cristiano Ronaldo (Juventus/Manchester United), Erling Haaland (Borussia Dortmund), Lionel Messi (Barcelona/Paris Saint-Germain), Robert Lewandowski (Bayern Munîh)

Jin

Golparêz: Christiane Endler (Şîlî)

Berevanî: Lucy Bronze (Îngilîstan), Wendie Renard (Fransa), Millie Bright (Îngilîstan), Magdalena Eriksson (Swêd)

Navend: Estefania Banini (Arjantîn), Carli Lloyd (Amerîka), Barbara Bonansea (Îtalya)

Êrişber: Vivianne Miedema (Hollanda), Alex Morgan (ABD), Marta (Brezilya)

 

 

Serepeyv