Çile 18, 2022 16:31 Asia/Tehran
  • Olempîka zivistanê ya Pikenê bêyî temaşegeran dê were lidarxistin

Çînê ji tirsa berfirehbûna pandemiya Koronayê, firotina bilêtê ji bo Pêşbirkên Olempîka Zivistanê-2022 betal kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Çînê firotina gelemperî ya bilêtên Pêşbirkên Olempîka Zivistanê-2022 betalê kir. Li gorî biryara dewleta Çînê, tenê yên xwedîkart dikarin beşdariya Pêşbirkên Olempîka Zivistanê-2022 bikin ku dê Sibatê were lidarxistin.

Kesên diçin stadyûman jî neçar in ku rêziknameyên dijwar ên ragihandî ji aliyê rayedarên tendurustiyê va berçav bigirin.

 

Serepeyv