Çile 18, 2022 12:38 Asia/Tehran
  • Hekema îranî dê hekemtiya Pêşbirkên cîhanî yên Fûtsala Jinan (CAFA)-2022 bike

Hekema îranî dê li Pêşbirkên cîhanî yên Fûtsala Jinan (CAFA)-2022 li fîtikê xe.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Zehra Rehîmî hekema îranî dê di Pêşbirkên cîhanî yên Fûtsala Jinan (CAFA)-2022 da ku ji 19 heta 29ê Çileyê were lidarxistin, hekemtiyê bike.

Pêşbirkên cîhanî yên Fûtsala Jinan (CAFA)-2022 bi mazûvaniya Tacîkistanê, li Duşenbeya paytexta vî welatî û bi beşdariya tîmên Îran, Qirqîzistan, Tacîkistan û Uzbekistanê dê were lidarxistin.

Karwanê tîma neteweyî fûtsala jinan a Îranê berbenga roja Sêşemiyê berê xwe da Tacîkistanê da ku beşdarî Pêşbirkên cîhanî yên Fûtsala Jinan (CAFA)-2022 bibe.

 

Serepeyv