Çile 16, 2022 18:31 Asia/Tehran
  • Di Olîmpîka Zivistanê de nûnerê Îranê di skiya Alpine diyar bû

Atife Ehmedî û Husên Sawehşimşekî bi heibandina gişt pûanên Lîga Navnetewî ya Skiya Alpine a Îranê, karîn ku kotaya Olempîka Zivistanê ya Pekînê ya sala 2022 bi dest bêxin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Sawehşimeşkî bi bidestxistina puana herî baş a cîhanî li dawiya pêşbirkên hilbijartinê yên Olempîka Zivistanê, karî wek nûnerê skîvaniya alpî ya mêran li Olîmpîka Zivistanê were hilbijartin.

Berî wî Atife Ehmedî di beşa skiya alpî ya jinan û seyd Setar Siyd di beşê skiya çolgerî de kotayê Olîmpîka Zivistanê bi dest xistibûn.

Olîmpîka Zivistanê ya 2022an dê di 6ê Sibatê de li Pekînê ya Çînê dest pê bikin. Îran di du beşan de dê werzişvanên xwe bişîne vê dewra lîstikan.

Her wiha 6 werzişvanên Paralîmpîkê yên Îranê jî ji bo van lîstikan têne şandin.

Serepeyv