Çile 16, 2022 18:06 Asia/Tehran
  • Hefteya 21emîn a Lîga Super a Tirkiyê tê lidarxistin

Hefteya 21emîn a futbolê ya Lîga Super a Tirkiyê bi rawestana Trabzonspor û Fenerbahçeyê (FB) hat lidarxistin.

Di pêşbirkên hefteya 21emîn a Lîga Super a Tirkiyê de tîma "Fatih Karagumruk" tîma "Rîzespor"ê 2-0 têk bir.

Di pêşbirkên din de tîmên "Sîvas Spor" û "Trabzon Spor", "Adana Demîraspor" û "Kayseri Spor", "Antalya Spor" û "Fenerbahçe"yê 1-1 wekhev man.

Di tîma Kayserî Sporê de, “Seyd Mecîd Husênî” parêzvanê tîma neteweyî ya Îranê bi temamî lîst.

Di tabloya Lîga Super a Tirkiyê de Trabzonspor bi 50 pûanan di rêza yekem de ye û Konya Spor bi 39 pûanan, Stenbol Başakşehir û Adana Demir Spor bi 34 puanan di rêzên duyemîn heta çarem de ne.

Serepeyv