Çile 15, 2022 13:57 Asia/Tehran
  • Dewleta Australyayê cara duyem vîzaya Novak Djokovic betal kir

Dewleta Australyayê bo cara duyemîn vîzaya Novak Cokovîç (Novak Djokovic) tenîsorê sirbistanî yê binavûdeng betal kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hefteya borî vîzaya Novak Djokovic piştî ku wî nexwest vaksîna Koronayê werbigire, ji aliyê dewleta Australyayê va hat betalkirin.

Piştî wê yekê, Novak Djokovic giliyek li dadgeha Venihêrînê vekir û ev biryar betal kir da ku bêyî wergirtina vaksînê beşdarî pêşbirkên Open li Australyayê bibe; Lê vê carê jî wezîrê Koçberiyêyê Australyayê bi nûçeyekê behicîner qala betalkirina vîzaya Novak Djokovic kir.

Wî got: Me îro biryar da vîzaya birêz Novak Djokovic ji ber qanûnên tendurustiyê betal bikin. Me kark kir ku li ser xêra tevahiya civakê ye.

 

Serepeyv