Çile 14, 2022 15:40 Asia/Tehran
  •  Bakûrê Sûriyê - Li Şehbayê çalakiyeke çandî hate lidarxistin

Komîteya Lêkolîn û Parastina Mîrastan a Herêma Efrînê bi kordîneya Komîeya Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê çalakiyeke çandî li dar xist.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çalakî bi diruşma "Çîroka me mîrateya me ye" li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Herêma Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Herêma Şehbayê, Cuma Kalo axivî, girîngiya parastina çand û mîrateya herêmê ji êrişên çandî yên li ser herêmê, kir.

Cuma Kalo got:  "Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê û dewletên hevkarên wê, bi hemû rêbazan hewl didin çand û mîrateya herêmê qir bikin. Êriş û komkujiyên ku li ser şêniyan û guhertina demgorafîk ku pêk tînin, nîşaneyên vê yekê ne."

Kalo bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û wiha domand: "Hevgirtina şêniyan bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Tirkumen ji wan aliyan re îsbat kir ku dîroka herêmê li ser mîrat û çanda hezkirin û biratiya gelan hatiye avakirin û ev çand dê li hemberî hemû rêbazên terorîstane li ber xwe bide."

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê Mihemed Weysî helbestek li ser mîrat û çanda herêmê xwend.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ehmed Selame çîrokeke li ser girîngiya hevgirtina li hemberî êrişên bi armanca qirkirina çandî got.

Paşê belgefîlmek li ser dîroka gundê Um El-Hoş û çanda wê hate pêşandan.

Çalakî bi stranên folklorî yên erebî û kurdî û gerandina govendan bi dawî bû.

Serepeyv