Werzîşkarên îranî di Pêşbirkên Savateya Asyayê da bi ser ketin
Çile 14, 2022 15:22 Asia/Tehran
Elî Cemalî û Seyid Elî haşimî savatevanên (Boksa fransî) îranî di pêşbirkên asyayî yên Savateyê li Bengladîşê 2 mîdalên zêrê wergirtin.
Li gorî rapora IRNAyê, Elî Cemalî di giraniya -70 kg da di pêşbirkeke dijwar da gişt hevrikên xwe têk dan û mîdala zêrê wergirt.
Seyid Elî Haşimî jî di giraniya -75 kg da hemî hevrikên xwe şikest dan û mîdala zêrê ya van pêşbirkan bi dest xist.
Tîma neteweyî ya Hêviyê (Umîd) ya Îranê di van pêşbirkan da karî çar mîdalên zêr û bronzekê werbigire.