Çile 13, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Pozetîvbûna testa Koronayê ya şetrencbazê îranî li Îtalyayê

Muhemed Emîn Tebatebayî şetrencbazê Îranî yê ku li Îtalyayê beşdarî pêşbirkê bû, bi vîrusa koronayê ketiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), “Seyd Mihemed Emîn Tebatebayî” şetrencbazê îranî ku diviyabû piştî beşdarbûna li pêşbirkên navneteweyî yên Îtalyayê di lîga Fransayê de bilîze, ji ber testa koronayê ya erênî di qerentînayê de ye.

Alîkara Serokê Federasyona Şetrencê Şadî Perîder, testa koronayê ya erêniya Tebatebayî piştrast kir û got ku ew bi giranî nexweş e û di qerentînayê de ye.

Tebatebayî ku di tûrnûvaya Îtalyayê ya li Verganî da beşdarî kiribû, di tûra heştemîn da li hemberî rikeberekî xwe ji Hindistanê têk çû û di tûra dawîn da wekhev ma û bi 6 puanan va di rêza 10emîn da cih girt.

Serepeyv