Çile 12, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Çîn ji fînala Lîga Voleybolê ya Jinan a 2022an dest kişand

Çînê mazûvaniya fînalê ya Lîga Neteweyên 2022an a Jinan dev berda.

Li gorî rapora ISNA`yê, tevî redkirina mazûvaniya Fînalê ya Lîga Neteweyên 2022`an a Jinan ji aliyê Çînê, Îtalya dikare berpirsyariya lidarxistina van pêşbirkan bigre ser xwe ji ber ku ev welat dê di sala 2022`an de fînala mêran jî saz bike.

Sedema betalkirina mazûvaniya Çînê ya van pêşbirkan hêj nehatiye diyarkirin. Lê ji nû ve destpêkirina belavbûna coronavirus û qedexeyên nû yên li Çînê, dixuye ku sedema betalkirina vê yekê bibe.

Heta niha nûçeya vekişîna Çînê ji aliyê Federasyona Cîhanî ve bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.

Serepeyv