Lîstikvanê futbolê yê Japonî yê herî temendar, 54 salî ye
Çile 12, 2022 20:38 Asia/Tehran
Lehengê fûtbola Japonî yê 54 salî, di asta çarem a fûtbola Japonyayê de bi tîma Suzuki Pointgeters re peymaneke yek salî îmze kir
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê; Merasîma danasîna "Kazuyoshi Miura" kaptanê berê yê tîma neteweyî ya futbola Japonyayê, bi kirasê jimareya 11`ê roja 11`ê Çileyê (Rêbendanê) bi tevgereke sembolîk tê lidarxistin.
Tîma Suzuki Pointgeters ji hêla Yasutoshi, birayê mezin ê Kazuyoshi Miura ve tê rêve birin.
Balkêş e ku karakterê "Captain Subasa" di rêzefîlma kartonî ya Futbolîstan de li ser jiyana Miura hatiye organîzekirin.