Çile 10, 2022 10:57 Asia/Tehran
  • Sê lîstikvanên îranî di rêza baştirînên fûtsala cîhanê da cih girtin

Baştirîn lîstikvanên tîmên neteweyî yên fûtsala mêr, jin û xortên Îranê, bûn berendamê 10 lîstikvanên sereke yên cîhanê.

Li gorî rapora Fars Newsê, Malpera fermî ya Futsal Planet'ê ku her sal baştirînên fûtsalê di asta cîhanê da dide nasandin.

Di dawîn beşa sala 2021ê ya baştirînên fûtsala cîhanê da, baştirîn lîstikvanê xort, baştirîn lîstikvana jin û baştirîn lîstikvanê mêr da nasandin.

Di vê rêzê da sê lîstikvanên îranî hene; Salar Aqapûr lîstikvanê xort ê tîma neteweyî û klûba Mîsê di koma baştirînên xortên cîhanê, Suhêyla Melmûlî lîsstikvana tîma neteweyî ya jinan û Esxer Hesenzade kapîtanê tîma neteweyî ya fûtsala mêran a Îranê ketin rêza 10 lîstikvanên sereke yên jin û mêrên cîhanê.

 

Roja borî jî seyid Muhemed Nazimul Şerî'e rahênerê tîma neteweyî û Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê ketin nav rêzza baştirînên cîhanê.

 

 

Serepeyv