Qehremanê tîravêtinê yê cîhanê bi awayekî nexwestî xwe kuşt
Çile 09, 2022 14:24 Asia/Tehran
Qehremanê tîravêtinê yê nûciwanên cîhanê di temenê 18 saletiyê da ji ber tîravêtina nexwestî canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora ISNAyê, Kirîstiyen Gîlî tîravêjê îtalyayî piştî veguhestina bo nexweşxaneyê, şeva çûyî canê xwe ji dest da.
Gîlî tev hevalên xwe li daristaneke parêzgeha Pîzaya Îtalyayê nêçîrvanî dikir. Dema ku ew ji bo rakirina fişekên nû bejna xwe ditewîne, bi awayê nişkêvayî tifinga wî dixebite û tîr lê dikeve.