Çile 09, 2022 14:17 Asia/Tehran
  •  Li Mêrdînê nexş û xemlên li saziyên dînî bi hunera têlkariyê tên parastin

Li Mêrdînê motîfên li mizgeft, medrese, dêr û manastiran di hunera têlkariyê da tên bikaranîn.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li Enstîtuya Têgihîştinê ya Mêrdînê ya li avahiya Mekteba Ruşdiyeyê ya di 11ê gulana 1892an da li ser xirbeyên Medreseya Mizeferiyeyê ya 700 salî li Kelha Mêrdînê hatiye avakirin têlkariya hunera zîv tê domandin.

Ekîba lêkolînê ya enstîtuyê 364 motîfên li Mizgefta Qasimiyeyê, Mizgefta Mezin, Dêra Çilan, Manastina Dêrazeferanê û avahiyên dîrokî bi çîrokan derxist holê.

Hîndekarên li atolyeyê motîfên hatin dîtin bi têlkariyê dineqişînin û ev jî ji hêla turîstên xwecî û biyanî va eleqeyê dibîne.

Motîfa îstîrîdyeyê ya li Mizgefta Mezin a li Qiziltepeya navçeya Diyarbekirê jî sala par di pula PTTyê da cî girtibû û di pêşbaziya Euromeda Yekîtiya Posteyê ya Ewropayê da ket pêşbaziyê û di rêza sisêyan da cî girt.

Metîn Degerê Midûrê Enstîtuyê diyar kir ku li ser çanda qedîm a bajêr ji her hêlê va lêkolînan dikin.

Deger destnîşan kir ku li ser motîfên li avahiyên dînî yên li Mêrdînê û nexşan lêkolînê dikin, paşê jî dîzaynê dikin û arşîva dijîtal amade dikin. Deger got paşê jî van motîfan bi hunera têlkariyê li ser berhemên cuda dineqişînin.

Deger got dema dibêjin Mêrdîn pêşiyê hunera têlkariyê tê bîra merivan, amûrên tên çêkirin jî tên firotin.

Midûr Deger destnîşan kir ku bi sedan motîfan li ser amûran dineqişînin û wiha axivî: "Ji bo her berhemê nasname, arşîva dijîtal û dîmen tên amadekirin."

Serepeyv