Çile 07, 2022 14:48 Asia/Tehran
  • Futbolîstê îranî bû namzedê baştirîn lêdana golê cîhanê

Navê “Mehdî Taremî” lîstikvanê futbolê yê Îranî di nav namzedên dawîn ên baştirîn gola 2021ê ya cîhanê de cih girt.

Li gor nûçeya ajansa IRIB; Gola super a “Mehdî Taremî” stêrkê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê û endamê kluba Porto li hember Cêlsî, bi navê Xelata Pûşkaş, di lîsta 3 fînalîstên xelata baştirîn gola cîhanê ya sala 2021`an zêde bû.

Ev stêrkê futbola Îranê ji aliyê Konfederasyona Fûtbola Asyayê ve jî hate berçavgirtin û malpera AFC nivîsî: Mehdî Taremî, êrîşkarê tîma neteweyî ya Îranê, gihîşt lîsteya dawî ya xelata FIFA ya Pûşkaş.

Xelata Puskás a FIFAyê xelatek e ku di 20ê Cotmeha 2009ê de ji aliyê Serokê FIFA Sepp Blatter ve ji bo futbolîstê/a ku baştirîn gola salê lêxe tê dayîn.

Navê xelatê ji bo rêzgirtina lîstikvanê tîma Macarîstanê yê salên 1950'î û "Real Madrîdê" yê salên 1960'î "France Puskashs" hatiye dayîn.