Çile 06, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Cokovîçê ku vaksîna Koronayê werngirt, ji Melbornê hat derxistin

Mêrê hejmara yekê ya tenîsa cîhanê piştî rawestana çendsaetî li balefirgeha Melbornê ji ber wernegirtina vaksîna Koronayê, vîzaya wî hat betalkirin û ji Awstralyayê hat dersînorkirin.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê BBC'yê, Novak Cokovîç (Novak Djokovic) derbarê rewşa vaksînekirina xwe tiştekî neaniye zimên, lê sala borî got ku ew "li dijî vaksînekirinê ye".

Hêzên sînorvaniya Awstralyayê bi daxuyaniyekê di vî warî da ragihand ku Novak Djokovic nekariye belgeyên guncan ji bo dabînkirina şert û mercên derbasbûna nav kewşena Awstralyayê raber bike, loma vîzaya wî hatiye betalkirin.

 

Serepeyv