Çile 06, 2022 13:41 Asia/Tehran
  •  Li Muradiyeya Wanê: Dêra Saint Stefanos a li Wanê li rotaya geştiyariyê tê zêdekirin

Şaredariya Muradiyeya Wanê ji bo Dêra Saint Stefanos ku di sedsala 17emîn da hatiye çêkirin xebata rê da destpêkirin ku ziyaretvan bi hêsanî biçin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, "Bi hewlên Qaymeqam û Wekîlê Şaredariyê Muradiyeyê Erkan Savar va xebat hat destpêkirin ku dêra li navçeyê li rotaya geştiyariyê were zêdekirin.

Di vê çarçoveyê da xebata rê hat destpêkirin ku çûn û hatina bo dêrê hêsantir be. Her wisa ekîbên Midûriyeta Muzeya Wanê jî li deverê lêkolîn pêk anîn.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wanê, Yuzuncu Yilê Mehmet Top diyar kir ku li herêmê ev demeke dirêj e ew li ser berhemên dîrokî lêkolînan dike.

Top diyar kir, dêra li navçeya Muradiyeyê hem bi raboriya xwe ya dîrokî û hem jî bi taybetiyên xwe yên mîmarî derdikeve pêş.

Midûrê Karûbarên Çand û Sosyal ên Şaredariya Muradiyeyê Îbrahîm Aslanbay jî diyar kir ku ji hêla ekîbên Midûriyeta Muzeya Wanê di dêrê da lêkolîn hatin kirin."

Aslanbay wiha axivî, "Dêr ji ber şertên xwezayê û însanên nezan, xirab bûye. Qaymeqamtiya me ji bo ku dêr ji holê ranebe, li rotayên turîzmê were zêdekirin û xebatên restorasyonê bên kirin, xebat da destpêkirin. Me jî wekî gava ewil, dest bi çêkirina rê kir. Ziyaretvanên me êdî dê bi hêsanî biçin ciyê dêr lê ye."

Serepeyv