Çile 05, 2022 13:40 Asia/Tehran
  • Navê 3 jinên îranî li nav hekemên Kupa gelên Ayayê tê dîtin

Lîsteya dawiyê ya hekemên pêşbirkên Fûtbalê yên Kupa gelên Asya-2022an a jinan hat ragihandin û navê sê jinên îranî di lîsteyê da tê dîtin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di lîsteya hekemên van pêşbirkan da ku biryar e li Hindê bên lidarxistin da, navê Mehsa Qurbanî û Mehnaz Zukayî di nav 16 hekeman da û navê Insiye Xebazê jî li nav alîkarên hekeman tê dîtin.

Konfederasiyona Fûtbala Asyayê her wiha ragihand ku bo cara yekem di pêbûrikên fûtbala jinan a Asyayê da, qonaxa çarîk fînalê ya sîstema VAR'ê tê bikaranîn.

 

Serepeyv