Çile 05, 2022 13:33 Asia/Tehran
  •  Li Diyarbekirê dengbêj bi ciwanan ra hatin ba hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dengbêjên kevneşopiya devkî ya hema bêje li ber jibîrkirinê ye bi xwendekarên lîseyê ra anî ba hev.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da hat destnîşankirin ku ji bo danasîn û parastina kevneşopiya dengbêjiyê ya çanda devkî ya berê digihîne nifşên nû xebatên xwe didomînin.

Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî bi Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ra ji bo dengbêjan bi nifşên nû bidin nasîn projeya "Dengbêj Bi nifşên nû ra tên ba hev" amade kirin.

Di çarçoveya projeyê da dengbêj li Salona Konferansê ya Şahîn Eren a Lîseya Fenê ya Saziya Reqabetê bi xwenekaran ra hatin ba hev.

Di çalakiyê da Zeynep Yaşa lêkolîner a wezîfedara Şaredariya Bajarê Mezin der barê dengbêjiyê da agahî da xwendekaran û qala dengbêjên li bajêr kir.

Bi pêşangeha wêneyan a "21 Kilam 21 Dengbêj"ê ya li Kampusa Perwerdeyê ya Silêman Demirelê va xwendekar der barê dengbêjên li bajêr da bûn xwedî agahî.

Di bernameyê da dengbêjan kilam gotin û xwendekaran jî guhdarî kir.

Serepeyv