Çile 04, 2022 23:10 Asia/Tehran
  • Gola golikê îranî yê Portoyê di lîsteya dawî ya xelata Pûşkaş de cih girt

Gola "Mehdî Taremî" golikê îranî yê tîma Portoyê ya Portekîzê bo Chelsea, di nav sê golên herî baş ên FIFAyê yên sala 2021ê de cih girt û ji bo wergirtina xelata Pûşkaşê hevrikiyê dike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Êrişkarê îranî yê Portoyê" Mehdî Taremî piştî ku di lîsteya destpêkê ya xelata Pûşkaş de cih girt, bi dengê gel ket lîsteya dawî ya vê xelata navneteweyî.

Lîstikvanê îranî sala borî li pêşbirka vegerê ya çaryekê fînalê ya Lîga Şampiyonan gola Chelseayê vekir û ji aliyê FIFAyê ve wek yek ji baştirîn golên sala borî hat binavkirin.

Tarmi niha dê bi Patrick Schick (Êrişkarê Komara Çek û Leverkusen) û Eric Lamela (Êrişkarê  Arjantîn û Spanyayê) re bikeve pêşbirkê.

Xelata Pûşkaş ji bo gola herî xweş a futbolê ya cîhanê tê dayîn, ku her sal di Merasîma Baştirîn a FIFAyê de tê pêşkêşkirin.

Serepeyv