Çile 04, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • Festîvala kurtefîlman a MENA'yê: Xelata senaryoya herî serketî dan Sayîme Xakpûrê

Sayîme Xakpûr a ji bajarê Ûrmiyê xelata senaryoya herî serketî ji festîvala kurtefilman a MENA ya li bajarê Holandayê Den Haagê wergirt.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê Yenî Ozgur Polîtîka'yê, Festîvala kurtefilman a navneteweyî ya MENA her sal li Holanda tê lidarxistin, û ev 2 sal in ji ber nexweşiya koronayê bi awayekî online li dar dikeve.

Senaryoya kurtefilmê bi navê “Qêrîna dilê evîndarên koranê” ji aliyê Sayîme Xakpûr ve hat nivîsîn. Xakpûr bi xwe jî beşdarî vê Festîvala Kurtefilman a MENA a 23'yan bû.

Ev kurteçîrok bi jêr nivîsa îngilîzî hatibu wergerandin, di nava 1000 kurteçîrokên ji bo kurtefilman de xelat wergirt.

Senaryoya Sayîme Xakpûrê li ser bûyera 5 kolberên kurd hatiye nivîsandin ku par di navbera sînorên Îran û Tirkiyê de di bin aşûtê de canê xwe ji dest da bûn.

Sayîme Xakpûr kî ye?

Sayîme Xakpûr sala 1983`yan li Ûrmiyê hatîye dinyayê, xwendina xwe li wî bajarî xilas kiriye û derçûya beşa edebîyata farsî ye li Zanîngeha Ûrmîyê. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne.

Sayîme Xakpûr gelek pirtukên kurdî wergerandine farisî. Wê her wiha gelk kurteçîrok bi kurdî nivîsandine.

Berhemên ku wê wergerandine Farsî ev in:

- Şairên kilasîk ên Kurd

- 99 morîkên belavbûyî

- Firîna bi baskên şikestî

- Qêrîna sedsalekê Kerapêtê Xaço

- Hawara bilûrê

Sayîme Xakpûr niha dest bi nivîsandina berhemeke bi navê “Hawarek ji Ûrmiyê” kiriye û ew berhem li ser kul û keserên jina kurd e.

 

 

 

 

Serepeyv