Çile 03, 2022 00:28 Asia/Tehran
  • Lîga sereke ya fûtbala Inglîzê; Çêlsî û Lîvêrpol encama beranber bi dest xist

Pêşbirka tîmên Çêlsî û Lîvêrpolê di hefteya bîst û yekem a lîga sereke ya fûtbala Inglîzê bi encama beranber bi dawî bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirka tîmên Çêlsî û Lîvêrpolê di hefteya bîst û yekem a lîga sereke ya fûtbala Inglîzê bi encama beranber a 2-2 bi dawî bû.

Her çar gulên vê pêşbirkê di nîveka yekem da hatin avêtin. Mane di deqîqeya 9an da û Muhemed Selah di deqîqeya 26an da gulên Lîvêrpolê avêtin; Lê beriya bidawîhatina nîveka yekem, Çêlsiyê du gul avêtin û ev encam heta dawiyê ma.

Bi vî awayî tîma Çêlsiyê bi 43 puenan duyemn û Lîvêrpol bi pêşbirkeke kêmtir û 42 puenan sêyem.

Manchester City jî bi 53 puenan di serê da ye.

 

Serepeyv