Kanûn 30, 2021 17:35 Asia/Tehran
  • Di nebûna keçên hendbalîst yên îranî di nav tîma Anadoluya Tirkiye de ev tîm têk çû

Tîma hendbalê ya jinan a Anadolu Antalyayê di Lîga Super a Tirkiyê de li ber reqîbê xwe têk çû. Eva di rewşekê de bû ku keçên endamên tîma neteweyî ya Îranê ku di tîma Anadoluyê de dilîzin di vê pêşbirkeyê de nebûn.

Li gorî rapora ISNA`yê, tîma Anadoluya Antalyayê ya Handbalê ya jinan li pêşbirkên lîga Super a Tirkiyê bi encama 25-42 li hemberî tîma Costamano ya pileya sêyem têk çû. Kastamano di Şampiyonaya Ewropayê de nûnertiya Tirkiyê dike.

Anadoluya Tirkiyê 4 lejyonerên Îranî hene û Raziye Canbaz vê hefteyê 2 gol ji tîma xwe re avêtibûn û karta zer wergirtibû, lê Fateme Xelîlî, Nûriye Ebasî û Elnaz Qasimî, sê hendbalîstên îranî, di vê hefteyê de ji vê tîmê re nelîstin.

Tîma Anadoluyê ji 8 lîstikan bi 4 puanan ve di rêza nehemîn a Lîga Super a Tirkiyê da ye.

Serepeyv