Werzişkara îranî di pêşbirkên navnetewî da li Tirkîyê rêkor derbas kir
Kanûn 26, 2021 19:04 Asia/Tehran
Werzişkareka îranî di pêşbirkên navnetewî yên iskîya li çolê da li Tirkîyê bilî ku mîdala zêr bi dest xist, rêkor jî derbas kir.
Di duyemîn û dawîn roja pêşbirkên navnetewî yên iskîya li çolê li pîsta Kendlî ya Tirkîyê da, Semane Bêyramî ji Îranê di çiqa 5 kîlomêtra patînaj a jinan da, karî ku mîdala zêr bi dest bixe û bibe qareman.
Bêyramîyê bilî bidestxistina mîdala zêr a van pêşbirkana bi bidestxistina xala cîhanî ya di bin 100 da, jibo cara yekem di dîroka iskîya jinên Îranê da navê xwe tomar bike.
Vê xatûna iskîybaz a îranî, di roja yekem a van pêşbirkana da jî karîbû ku mîdala zêr a pişka 5 kîlomêtra kilasîk bi dest bixe.