Bêljîk bo sala çarem bi dû hev di rêza yekem a futbola cîhanê da cî digire
Nûtirîn rêzebendîya tîmên futbola cîhanê hat ragihandinê ku ligorî wê Bêljîk bo sala çarem bi dû hev di rêza yekem a futbola cîhanê da cî digire.
Fêdêrasyona Cîhanî ya Futbolê (FIFA), nûtirîn rêzebendîya tîmên futbolê li cîhanê weşand û tîma Bêljîkê bi navbereke gellekî kêm bi hezar û 828 xalan di rêza yekem da ye, Birêzîl bi hezar û 826 xalan di rêza duyem da û tîma Fransayê jî wek qaremana Kapa Cîhanî ya 2018ê di rêza sêyem û tîmên Ingilîs û Arjantîn di rêzênb çarem û pêncem da û tîmên Îtalîya, Spanîya, Portugal, Danmark û Holend jî di rêzên şeşem heta dehem da ne.
Ligorî nûtirîn rêzebendîya FIFAyê, tîma Kanadayê ji giûk tîmên cîhanê zêdetir pêş da hatîye û nika di pilleya çillem da ye. Tîma Sênêgalê ku li asta Afrîqayê di rêza yekem da ye li asta cîhanê di rêza bîstem da cî digire.
Tîma Îranê jî ku di rêza yekem a Asyayê da ye li cîhanê jî di rêza bîstem da cî girtîye.