Kanûn 26, 2021 12:52 Asia/Tehran
  • 2 akterên îranî wek baştirîn aktor di Fêstîvala Silêmanîyê da hatin bijartin

Muhsin Tenabende û Cewad Izzetî 2 akterên îranî wek baştirîn aktor di Fêstîvala Navnetewî ya Fîlman a Silêmanîyê da hatin bijartin.

 

 

Di merasima kutabûna 5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê da ku şeva buhurî hat lidarxistinê, xelata baştirîn akter pêşkêşî Muhsin Tenabende ji ber fîlma Sê Kam Hebs û Cewad Izzetî ji ber fîlma Şênayê Perwanê ji Îraên hat kirin.

5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê roja Înê 17ê Kanûnê li Salona Hunerê ya Sîlêmaniyê dest pê kir.