Serkevtinên tîma neteweyî ya boksê ya Îranê di pêşbirkên navneteweyî yên Ermenistanê de
Tîma neteweyî ya boksê ya Komara Îslamî ya Îranê di roja dawîn a pêşbirkên navneteweyî yên boksê li Ermenistanê serkevtinên berbiçav bi dest xistin .
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a IRIBê ji Yêrêvanê, “Mehdî Serbaz” di wezna 75 kg, “Ferhad Muradî” di wezna 71 kg û “Îman Remezanpûr” di wezna 91 kg de li hember hevrikên xwe yên ji tîma neteweyî ya Ukraynayê serketin.
Elîreza Estekî, serekê rahênerê tîma neteweyî ya boksê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Beşdariya tîma neteweyî ya boksa Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên Ermenistanê ji bo jinavbirina kêmazî û qelsiyan û naskirina xalên bihêz ên tîma me gelek girîng bû.
Tîma neteweyî ya boksê ya Îranê ji bo beşdariya li lîstikên Asiyayî yên Çînê li pêşbirka çaralî bi tîmên neteweyî yên Ermenistan, Ukrayn û Gurcistanê re hevrikî kir.
Van pêşbirka çar rojan dom kir û duh bi dawî bû.