Kanûn 17, 2021 20:32 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya rakirina wezneyê ya Îranê bû duyemîn li cîhanê

Tîma neteweyî ya halterê(rakirina wezneyê) ya mêrên Îranê li pêşbirkên qehremaniya cîhanê ya halterê li Uzbekistanê bi 541 pûanan bû duyemîn (berqehremaniyê) tîm.

Li gorî rapora îro Înê ya IRNA`yê; Tîma haltera mêran a Îranê li vê dewra pêşbirkan bi 548 pûanan karîn li pileya duyem a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê cih bigirin.

Rûsya bi 581 puanan bû şampiyon û Uzbekistan jî bi 525 puanan bû sêyemîn.

Tîmên Îran, Rûsya û Uzbekistanê bi 10 hilgirên wezneyan beşdarî turnuvayê bûbûn.

Şampiyoniya halterê ya cîhanê di navbera 7-18ê Kanûnê de li Taşkenta paytextê Uzbekistanê Birê ve diçe

Di vê dewra pêşbaziyan 432 halter hilgir (245 mêr û 187 jin) di vê pêşbirkê de beşdar in.

Tîma jinên Îranê jî bi 151 pûanan li beşa jinan a pêşbirkên Taşkendê di rêza 23`an de cih girt.

Serepeyv