Kanûn 15, 2021 09:58 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistana Iraqê destana Dewrêşê Evdî ji pirtûka perwerdehiyê hat derxistin

Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê roja 13'yê mehê biryar da ku destana Dewrêşê Evdî ji nav pirtuka perwerdehiyê bê derxistin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Destana Dewrêşê Evdî destaneke kevnare ya kurdan e. Heta niha li gelek herêman versiyonên wê yên cuda hatibûn çapkirin. Li Herêma Kurdistana Iraqê jî ev destan di nav pirtûka dersê ya pirtûka wêjeyê de bû. Xwendekarên pola 10'an ev destan dixwendin lê niha ev destan ji nav pirtûkan tê derxistin. Wezareta Perwerdehiyê ev biryar girt. Bi biryara Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd Salih destan dê di çapên nû yên pirtûkê de cih negire.
 

Serepeyv