Kanûn 14, 2021 19:37 Asia/Tehran
  • Kanîmal pirtûka 'Ji Xorasanê heta Barzanê' diweşîne

Kelîmullah Tewehudî nasyar bi Kanîmal, nivîskar, lêkoler û dîrokzanê kurd ê Xorasanê dil heye berhema xwe ya bi navê Ji Xorasanê heta Barzanê biweşîne.

Kelîmullah Tewehudî ragihand: Min rapora serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nivîsiye û di pirtûkeke bi navê 'Ji Xorasanê heta Barzanê' da bi cih kiriye. Di vê pirtûkê da lêkolînên derbarê Herêma Kurdistanê da hatine komkirin û wer diyar e ji bo kemilandina wê pêwîst e careke din serdana Herêma Kurdistanê bikim.

Vî lêkolerê kurd ragihandiye: Min gelek lêkolîn derbarê gelê kurd li navçeyê pêk aniye û gelek belge û şehediyên min ji serdema Med, Hexamenişî, Sasanî  bi taybet liHerêma Kurdistanê kom kirine. Her wiha li ser dîroka navçeya Barzanê û navê yekemîn paşayê ku di serdema Eşkaniyan da desthilatdarê navçeya Barzan bûye, min lêkolînên hûr û kûr kirine.

Tewehudî her wiha destnîşan kir: Min derbarê Amed (Diyarbekir), Şengal, Dihok, Amêdî, Hewlêr û Zaxoyê bi taybet Zaxoyê ku pirraniya kurdan ji wir hatine, ne ji Qefqazê, gelek agahiyên dîrokî kom kirine.

 

Serepeyv