Kanûn 14, 2021 09:40 Asia/Tehran
  •  Li Hesekeyê: Mihemedê kîmyasal bi ser de barî li sehayê bû

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ya bakurê Sûriyê, turunveyeke futbolê bi navê "Veger" da destpêkirin. Turnuva li stada Muhterifîn a nêzî çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê roja 12'yê mehê dest pê kir û dê heta 15'ê bidome. Kurikê ciwan Mihemed Hemîd Mihemed ku di 13 saliya xwe de li Serê Kaniyê rastî êrîşa kîmyewî hatibû û birîndar bûbû jî li sehayê bû.

Malpera Diyarname'yê nivîsiye: Li gorî nûçeya Hawar Newsê ev 8 tîm beşdarî tûrnûvayê bûne:  Dicle, Ciwanên Hesekê, Waşûkanî, Bîra Nûh, Serêkaniyê, Şehîdên Serêkaniyê, Selahedîn, Mîtan.

Tûrnûva bi axaftina Serokê Komîteya Amadekar a Tûrnûvayê Besam Kaço dest pê kir. Kaço bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê, bajarê wan Serêkaniyê ji destê tirkan bigirin û bidin wan.

Mihemed Hemîd Mihemed ê ku di sala 2019'an de di dema êrîşa Tirkiyeyê de rastî çekên kîmyewî hatibû laşê wî şewitî bû jî li tûrnûvayê bû. Tûrnûva bi lêdana gogê ya ji aliyê Mihemed ve dest pê kir. Maça yekemîn di navbera tîma Serêkaniyê û tîma Mîtan de bû.

Mihemed Hemîd ku li Serêkaniyê bi êrîşa çekên kîmyewî birîndar bûbû û laşê wî şewitî bû jî li tûrnûvayê bû. Wî li gogê da û tûrnûvayê dest pê kir.

Serepeyv