Kanûn 13, 2021 22:21 Asia/Tehran
  • Koreya Başûr boykota dîplomatîk li ser Olîmpîka Pekînê ferz nake

Serokê Koreya Başûr ketina nav koma Amerîkayê ya boykotkirina dîplomatîk a Lîstikên Olîmpîka Pekînê ya 2022an red kir.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-În got ku ev welat îhtîmala "boykotkirina Olîmpîka Pekînê ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Çînê" nanirxîne.

Moon destnîşan kir ku Koreya Başûr dixwaze herêmeke Oqyanûsa Pasîfîk a azad û vekirî pêş bêxe û divê Çîn ji bo aştiyê li Nîvgirava Koreyê bixebite.

Serokê Koreya Başûr niha li sefereke sê rojî ya Australya ye.

Serepeyv