Kanûn 11, 2021 10:53 Asia/Tehran
  •  Ji bo Girê Miraza hemleya turîstên Ûris

Di çarçoveya çalakiya Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzmê ya Tirkiyeyê li dar xist da nûnerên 40 acenteyên turîzmê yên Rûsyayê li Girê Miraza yê di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre geriyan, li ber herêmê şaş û metel man.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Gulnaz Ehmedovaya ji rayedarên acenteyan ji bo nîşanî turîstan bide vîdeo û wêne kişand daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cara ewil e li Şanliurfa û Girê Miraza digere.

Ehmedovayê got kelîme têrê nakin ku qala vê derê bike û wiha axivî: "Cara ewil e ez têm vê derê û hişê min tevlihev bû, nikarim qala hestên xwe bikim. Ji bo turîstên Ûriz yên dixwazin ciyên wiha bibînin Girê Miraza navend e. Em dema herin Rûsyayê em ê wêne û vîdeyên Girê Mirazan rayê welatiyên Rûsyayê bidin û qala herêmê bikin. Em ji wan ra bêjin dibê teqez vê derê bibînin."

Îlona Vladimirovnayê jî diyar kir ku bi 40 kesên karê turîzmê dikin ra hatin vê derê, ev dera gelekî ecibandin û dixwazin bidin nasîn.

Vladimirovnayê got gelekî di tesîra ciyên lê geriyan da man û wiha pê da çû:

"Lewra bi piranî turîstên ji Rûsyayê tên vê derê Tirkiyeyê wekî Stenbol û Antalya dizanin. Me li vê derê Tirkiyeyeke cuda dît. Ji ber ku em li Tirkiyeyê û Şanliurfayê ne gelekî kêfxweş in.

Dema vegeriyan em ê ji welatiyên xwe ra qala vê derê bikin û pêşniyaz bikin ku werin bibînin. Hêviya me ew e ku gelek turîstên Ûris bişînin vê derê jî. Hesteke wisa tê min ku dizanim li bajarê Pêxemberan im. Dema li kuçeyan geriyam jî min dengê xwe bilind nekir di axaftinan da. Lewra gelê herêmê gelekî taybet e. Wekî mayîn ji xwarinên Şanliurfayê hez kir."

 

Serepeyv