Kanûn 10, 2021 13:54 Asia/Tehran
  • Jinên Amed Spor û Hakkarigucu Sporê dê Super Lîgê de bilîzin

Ji bo Lîga Fûtbola Jinan a serdema 2021-2022'ayn pişke hat kişandin. Tîma jinan a Amed Sporê di Koma A de cih girt ku di nav komê de Fenerbahçe û Beşîktaş jî hene. Hakkaricu Spor jî ket Koma B, bû reqîbê Galatasaray û tîmên din

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) yekemîn car Lîga Super a Fûtbol a Jinan li dar dixe. Ji bo sala 2021-2022'yan pişke hat kişandin. Di lîgê de 24 tîm hene û ew xistin du koman, wekî Koma A û Koma B. Her domê de 12 tîm hene. Her tîm du caran dê bê hemberî hev. Di dawiya 22 hefteyan de dê play-off û play-out çêbibe.

Di pişkeyê de ji bo tîma Amed Sporê reqîbên xurt derketin. Tîma jinan a Amed Sporê ku kete Koma A, îmên mezin wekî Beşîktaş û Fenerbahçe bûn reqîbên wê.

Encama pişkeyê wisa çêbû:

- Koma A:

Amed Spor, Fenerbahçe, Beşiktaş , Antalya, Altayspor, Ankara BŞB Fomget Gençlik SK., Ataşehir Belediyespor, Fatih Vatanspor, Hatayspor, KDZ Eregli Belediyespor, Kireçburnuspor Kulubu û Kocaeli.

- Koma B:

Algspor,  Adana İdman Yurdu, Çaykur Rizespor, Dudulluspor, Fatih Karagumruk, Galatasaray, Hakkarigucu, İlkadım Belediyesi, Kayseri, Konak Belediyesi, Sivasspor, Trabzonspor.

Di Super Lîga Jinan de rojên 18-19'ê mehê serdem dest pê dike. Rojên 13-24'ê reşemî navber didin. Lîg dê 4'ê gulana 2022'yan de dê bi dawî bibe. Pêşbirkên play-off û play-outê dê rojên 12-13'yê mehê û fînal jî 11'yê pûşpera 2022'yan de li dar bikeve.

Pêşbirkên hefteya yekemîn bi vî rengî çêbûn:

Koma A:

-  Antalya - KDZ. Eregli

- Ankara - Kireçburnu

- Amed - Hatay

- Altay - Fatin Vatan

- Kocaeli - Ataşehir Beleriye

- Beşiktaş - Fenerbahçe

Koma B:

- Galatasaray - Sivas

- Fatih Karagumruk - Çaykur

- Hakkarigucu - Kayseri

- Adana İdman Yurdu - Trabzon

- Konak Belediye - ALG Spor

- İlkyadim Bld - Dudullu

 

Serepeyv