Kanûn 09, 2021 17:35 Asia/Tehran
  • Kanda û Amerîka lîstikên Olîmpîka Zivistanê yên Pekînê boykot dikin

Serokwezîrê Kanadayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Çînê ve, boykotkirina Olîmpîka Zivistanê ya Pekînê ragihand. Eva di rewşekê de ye ku berî vê yekê Amerîkayê jî ev lîstik bi hecetên wiha boykot kiribû

Li gorî nûçeya Klûba Rojnamegerên Ciwan a Îranê, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got: "Ez nafikirim ku biryara Kanada û gelek welatên din ên neşandina nûnertiyên dîplomatîk ji bo Olîmpiyad û Paralîmpîkên Pekînê ji bo Çînê surprîzek bibe. Me bi zelalî nîgeraniya xwe ya kûr li ser binpêkirina mafên mirovan di salên derbasbûyî de anî ziman û ev jî berdewamiya xema me ya kûr di vê barê de ye."

Ev biryar piştî du rojan hat ku Amerîkayê ragihandibû ku ew ê karbidestên hikûmetê neşîne Olîmpîka zivistanê ya Pekînê ji ber fikarên li ser rewşa mafên mirovan a Çînê. Piştî vê daxuyaniya Amerîkayê, Awûstralya, Zelanda Nû û Brîtanyayê jî Olîmpîka Zivistanê ya Pekînê boykot kirin.

Boykotkirina dîplomatîk a Kanada tê vê wateyê ku werzîşkar dikarin pêşbaziyê bikin, lê ti rayedarek hukûmetê, tevî Wezîrê Werzîşê yê nû Pascal St. Ong, beşdarî vê Olîmpîkê nabe.

Lêbelê, Çîn îdiayên binpêkirina mafên mirovan red dike û Amerîkayê bi binpêkirina bêalîbûna siyasî ya werzîşê tawanbar dike.

Serepeyv