Kanûn 07, 2021 11:55 Asia/Tehran
  •  Rimêlan: Xebatên roja yekemîn a Konferansa Tevgera Mezopotamya bi dawî bûn

Bi diruşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" xebatên roja yekemîn ên 7emîn Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demoratîk bi nîqaşên beşdaran li ser rapora salane û rêziknameyê bi dawî bûn.

Xebatên 7emîn konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk vê sibehê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê ya Qamişloyê dest pê kir. Di konferansê de 200 delegeyên (nûnerên) ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Heleb û Şamê beşdar bûn.

Di konferansê de beşdar axivîn, rapora xebat û rêziknameya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk hatin xwendin.

Piştî nîqaşên li ser rapor û bendên rêziknameyê, xebatên roja yekemîn bi dawî bûn û ev yek li pêş dezgehên ragihandinê girtî berdewam kir.

Li gorî dîwana konferansê, dê xebatên roja duyemîn û ya dawî bi hilbijartina Meclisa Tevgera Çand û Hunerê û dayîna bernameya xebatê ya Tevgera Çand û Hunerê ya sala nû bi dawî bibin.
 

Serepeyv