Mijdar 30, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Messi cara 7emîn xelata Ballon d'Or wergirt

Lîstikvanê Arjantînî yê Paris Saint-Germain (PSG) Lionel Messi xelata "Goga Zêrîn" (Ballo d`Or) a ku ji bo lîstikvanê salê tê dayîn, wergirt.

Xelata ku ji sala 1956an vir ve ji hêla kovara France Football ve tê belavkirin, lê di sala 2020an de ji ber vîrusa koronayê nehat dayîn, di merasîma ku li Şanoya Chatelet a li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin de xwediyê xwe dît.

Messî di salên 2009, 2010, 2011, 2012, 2015, 2019 û 2021an de bi wergirtina xelatê, bo cara 7emîn rekora xwe ya "Goga Zêrîn" şikand. Arjantîn bi alîkariya Messi piştî 28 salan cara yeke Copa Americayê bidest xist.

Di dengdanê de ji Bayern Munchenê Robert Lewandowski yê Polandî bû 2yemîn û Jorginhoyê Îtalyayî yê tîma Chelseayê jî bû 3yemîn.

Xelata futbolîsta jin a herî baş jî ji futbolîsta berê ya Barcelona Alexia Putellas re hat dayîn.

Serepeyv