Mijdar 28, 2021 15:04 Asia/Tehran
  • Tekvandoya jinan a Îranê di Dora yekem a pêşbirkên tekvandoya azad a qehremaniya cîhanê ya jinan da bû sêyem

Li gorî ragihandina federasiyona cîhanî ya tekvandoyê, welatên Rûsiye, Inglîz û Îranê wek sê tîmên sereke yên Dora yekem a pêşbirkên tekvandoya azad a qehremaniya cîhanê ya jinan hatin naskirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Dora yekem a pêşbirkên tekvandoya azad a qehremaniya cîhanê ya jinan-2021ê (4G) bi beşdariya 170 tekvandovanan ji 31 welatan ji 24 heta 27ê mijdarê li salûna Green Hall'ê ya Riyazê hat lidarxistin.

 

Di dawiya Dora yekem a pêşbirkên tekvandoya azad a qehremaniya cîhanê ya jinan da, tekvandovanên Îranê bi mîdaleke zêrê (Zehra Şeydayî) û du bronzan (Kosser Esase û Milîka Mîrhuseynî) karîn cîgeha sêyem bi dest bînin.

 

 

Serepeyv