Mijdar 28, 2021 14:50 Asia/Tehran
  •  25’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê - 15 hezar kesî li lîstikan temaşe kir

25’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ku ev mehek bû li dar bû bi dawî bû. Li dor 15 hezar kesî çû li lîstikan temaşe kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê) ve hat organîzekerin 22’yê meha kewçêrê (Cotmeh) dest pê kir û 20’ê meha sermawezê (Mijdar) bi dawî bû. Festîval îsal bi diruşma “Di vê serdemê de şano” li dar ket. Hin lîstik li salonan, hem online hatin pêşkêşkirin û her wiha ji bo zarokan jî xebat hebûn.

Di nav mehekê de 25 lîstikên ji Tirkiye û ji derveyî Tirkiyeyê bûn mêvanên stenboliyan.

Li Alan Kadikoy, Atlas 1948 Sinemasi, Profilo Kultur Merkezî Bati Ana Sahne, Duru Ataşehir, Moda Sahnesi, DasDas, Caddebostan Kultur Merkezî, Muze Gazhane, Yapi Kredi bomontiada û li Zorlu PSM lîstik hatin pêşkêş kirin.

 

Li gor gahiya ku amadekarên festîvalê da îsal li salonan dor 8 hezar kesî, wekî online jî li dor 7 hezar kesî li lîstikan temaşe kiriye. Li aliyên din gotûbêj, şanoya xwendinê, atolye jî di vê çarçoveyê de li dar ketin.

Festîvalê îsal Xelata Rûmetê da nivîskar û akademîsyen Prof. Dr. Ayşegul Yuksel û derhênerê îtalî Pippo Delbono.

 

 

 

Serepeyv