Mijdar 26, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Îran bû fînalîsta şampiyoniya voleybola peravê ya Asyayê

Tîma neteweyî ya voleybola peravê ya Îranê piştî seketina li hemberî Qazaxistanê derket pêşbirka fînalê ya pêşbirkên qaremaniya mêran a Asyayê.

Li gor ajansa nûçeyan a ISNAyê, Pêşbirkên nîvfînalê yên pêşbirkên voleybola beravê ya mêrên Asyayê îro Înê bi du pêşbirkan li bajarê Phuket a Taylandê hatin şopandin û di vê pêşbirkê da tîma neteweyî ya voleybola beravê ya Îranê li hember Qezaqistanê lîst û bi encama 2-0 tîma hanê têk bir.

Tîma neteweyî ya Îranê bi encama 21-12 û 21-14 tîma Qezaqistanê têk bir û derbasî fînalê bû.

Di pêşbirka fînalê ya vê pêşbaziy de, tîma neteweyî ya voleybola beravê ya Îranê dê rûbirûyê serketî pêşbirka Qeter û Australyayê bibe.

Serepeyv