Golparêzê îranî navê xwe li Guinnessê tomar kir
Mijdar 26, 2021 10:10 Asia/Tehran
Golparêzê îranî Elîriza Bîranwend bi avêtina topê 61 metr û 66 santîmetran bi destan, navê xwe xist Pirtûka Rekoran a Guinnessê.
Golparêzê Elîriza Bîranwend ku bi avêtina topên dûr û dirêj bi destan tê naskirin, li Pirtûka Rekoran a Guinnessê hat tomarkirin.
Di yariya futbolê ku 11ê Cotmeha 2016an a navbera tîma neteweyî ya Îranê û Koreya Başûr hat lîstin de, Elîriza bi destê xwe top 61 metr û 66 santîmetran bi destên xwe avêtibû.
Pirtûka Rekoran a Guinnessê, sertîfîka ji Boavista ya ku niha tê de dilîze re şand ku ji Bîranwend re bê dayîn.
Bîranwend "belgeya tomarkirina avêtina topê ya herî dûr bi destan di yariya futbolê de” ji tîmê wergirt.