Yekemîn berteka kelevana Tîma neteweyî ya Fûtbala Jinan a Îranê li hemberî îdiaya urdiniyan
Zuhre Kûdayî li Înstagramê bertek nîşanî îdiaya urdiniyan da û sipasiya gel ji bo piştevaniya wan kir.
Li gorî rapora ISNAyê, Piştî têkçûna Tîma neteweyî ya Fûtbala Jinan a Urdinê li hemberî Tîma neteweyî ya Fûtbala Jinan a Îranê di qonaxa seretayî ya kupa gelên Asyayê da, federasiyona fûtbala vî welatî bi îdiayekê daxwaza lêkolîna derbarê zayenda kelevana Tîma neteweyî ya Fûtbala Jinan a Îranê kir.
Piştî çend rojan, Zuhre Kûdayiyê li ser Înstagrama xwe nivîsiye: Ez Zuhre Kûdayî, keça Îranê me. Ez bi can û dilê xwe û bi dilekî şikesî sipasiya gişt we delalan çi li hundira welêt û çi derveyî welêt dikim ku di rojên dijwar da bi min ra bûn. Ez hêvîdar im zareke hêja ji bo welatê xwe Îranê bim da ku bi serketinên zehf ji bo rakirina alaya welatê xwe, dilê we hogirên fûtbala jinan şa bikim."