Mijdar 22, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Bi nebûna Îranê, Japon bû qehremana Karateya cîhanê

Pêşbirkên Karateya qehremaniya cîhanê bi qehremaniya Japonê bi mîdalên Komîte û Katayê bi dawî bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Di dawiya pêşbirkên Karateya qehremaniya cîhanê-2021ê ku bi beşdariya 983 Karatevanan ji 105 welatên cîhanê bi mazûvaniya Dubeya Imaratê hat lidarxistin da, tîma Japonê di beşa jinan û mêran da bi giştî 4 mîdalên zêr, zîvek û bronzek bi dest xist û bû qehreman.

 

Tîma Misirê bi sê zêran, du zîvan û sê bronzan bû duyem û Spanya jî bi du zêran û sê zîvan bû sêyem.

 

Serepeyv