Pêşbirkên şampiyoniya jinên Îranê li pêşbirkên tekwando yên nebîstokên cîhanê
Mijdar 21, 2021 22:17 Asia/Tehran
Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya tekwandoya nebîstokan li beşa Pumsê îro yekşemê bi mazûvaniya Tehranê dest pê kir û jinên Îranê şampiyoniya ferdî û tîmiyê bi navê xwe tomar kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Pêşbirkên şampiyoniya tekwandoya nebîstokên Cîhanê ya sala 2021`an îro (Yekşem) li beşa pûmsê ya ferdî û tîmî bi beşdariya werzişkarên welatên Koreya Başûr, Rûsiya, Îran, Tirkiye, Ukrayna û Qezaqistanê li Têhranê dest pê kir û di dawiyê de Tîma Pumsê ya Îranê bû yekem, Tirkiye duyem û Rûsya û Koreya Başûr jî bi hev re pileya sêyem bi dest xistin.
Di beşa ferdî de jî Meryem Xudabende ji Îranê bû şampiyon û werzişvanên Koreya Başûr û Rûsyayê bûn duyemîn û sêyemîn.